''Îmaratê soza hilberînê ya bi bihayê 3 milyar dolaran li Iraqê da''

05 April 2021 11:04 0 dîtin
''Îmaratê soza hilberînê ya bi bihayê 3 milyar dolaran li Iraqê da''

PeyamaKurd – Kompaniyên Îmataratê wê bi bihayê 3 milyar dolaran hilberînê li Iraqê bikin.

Li gor Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di beyanameyekê de diyar kir, Kazimî di serdana xwe ya Îmaratê de, bi Cîgirê Serok û Serokwezîrê Mîrgehên Îmaratê û Hakimê Dubayî Mihemed Bin Raşid El Mektum û Kurmîrê Welîahdê Îmarata Ebu Dabî Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehyan civiya ye.

Mistefa Kazim, do bi serokatiya şandeyeke bilind a Hikûmeta Iraqê ve serdaneke fermî bo Îmaratê kir.

Piştî serdanê, Kazimî spasiya dewleta Îmaratê û şêx Xelîfe Bin Zayd El Nehyan ê serokê Îmaratê kir ji ber piştevaniyên wî yên ji bo Iraqê.

Di beyanameyê de hat destnîşankirin, Kazimî û berpirsên bilind ên Îmaratê li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî û aborî yên Bexda û Ebu Dabî û damezrandina encûmena kar a Iraq-Îmaratê rêkeftine.

Li gor ofîsa Serokwezîrê Iraqê daye zanîn, berpirsên bilind ên Îmaratê, soza hilberînê ya bi bihayê 3 milyar dolaran li Iraqê dane.