DYA, firotina sîlihên bi bihayê 2 milyar dolarî ya ji bo Taywanê qebûl kir
PeyamaKurd – DYA û Çîn li ser Taywanê ti carî li hev nekirine û her dû alî Taywanê di desthilata xwe de qebûl dike. Lê DYA biryarê da ku bi bihayê 2 milyar dolarî çekan bifroşe Taywanê ku di nav çekan de sîstema bergiriya hewayî, fuzeyên ji bejayiyê ji bo bejayiyê tên avêtin û sîstemên radarê hene.
Wezareta karên derve ya DYAyê li ser mijarê daxwuyanî da û got:
“Sîstema fuzeyan ya ji bejayiyê bo hewayê (NASAMS) û sîstemên radarê yên "AN/TPS-77" û "AN/TPS-78" ji bo bifroşin Taywanê, wezareta me biryarê da. Wê ji bo fuzeyan 1,16 milyar dolar, ji bo sîstema radaran wê 828 milyon dolar pere bidin.”
Wezareta bergiriyê ya Taywanê jî di daxwuyaniya xwe de got:
“Sîstema ku di seha şerê Ûkrayna de hatiye ceribandin ya NASAMSê, wê alîkariyê bide sîstema bergiriyê ya Taywanê.”
Niha, herkes bende ye ku dê Çîn di mijarê de çi bibêje ji ber dewleta Çînê Taywanê perçeyekî ji welatê Çînê dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin