Di 2022an de Herêma Kurdistanê bi bihayê 15 milyar dolarî mal kiriye

30 December 2022 02:06 0 dîtin
Di 2022an de Herêma Kurdistanê bi bihayê 15 milyar dolarî mal kiriye

PeyamaKurd – Yekîtiya Îtxalat û Îxracatê ya Herêma Kurdistanê rêjeyên sala 2022an parvekir. Yekîtî ragihand ku di sala 2022an de bi miqdarê 15 milyar 480 milyon dolarî berhem îtxal kirine an ku ji derve kirîne. Serokê Yekîtiyê Mustafa Şêx Abdurrahman ragihand ku îsal wan 5 hezar û 204 ruxsatên îtxalatê daye bazirganên Herêma Kurdistanê.

Ruxsatên fabrîkeyan:

Abdurahman li ser jimara fabrîkên Kurdistanê got ku 3.805 ruxsat li Hewlêrê,1.070 li Silêmaniyê û 416 ruxsat li Duhokê bi temamî li Herêma Kurdistanê 4.571 ruxsatên fabrîkan hene. Li Herêma Kurdistanê 1.305 fabrîke di asta avakirinê de ne. Li Hewlêrê 385 fabrîke, li Silêmaniyê 193 fabrîke û li Duhokê 34 bi temamî 312 fabrîka ruxseta ewilî ya destpêkê girtine.

Abdurrahman ragihand ku li Herêma Kurdistanê ruxseta 2.094 fabrîkan hene lê ew fabrîke naxebitin.

Li Herêma Kurdistanê berhemên ku fabrîke hildiberînin, % 65-70 yê wan difroşin deverên orte û başûrê Iraqê.