Sanda Herêma Kurdistanê daxwaza 750 milyar dînar kir
PeyamaKurd – Şanda Herêma Kurdistanê ku çûbû Bexdaya paytexta Iraqê, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, mehane 750 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê heta guhertina yasaya budçeyê bide.
Li gorî rayedarekî şandê, Hikûmeta Iraqê daxwaz ji şanda Herêma Kurdistanê kiriye, deynên salên borî bide û raporta dahata petrolê û dahatên derveyî petrolê pêşkêşî Ofîsa Çavdêriya Darayî ya Iraqê bike.
Di şanda ku duh çûbû Bexdayê de Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab; Serokê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omîd Sebah, Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm û Berpirsê Ofîsa Hevrêzî û Çavdêriya Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Kasro amade bûn.
Berdevkê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal ragihand, şanda Herêma Kurdistanê wê ligel berpirsên Wezareta Darayî û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin