Nvidia, mecbûr ma da firotina çîpan ya bi miqdarê 5 milyar dolarî betal bike

02 November 2023 23:33 0 dîtin
Nvidia, mecbûr ma da firotina çîpan ya bi miqdarê 5 milyar dolarî betal bike

PeyamaKurd – Ji ber Amerîka di gelek alavan de ambargo daniye ser welatê Çînê, şîrketa AmerÎkayê ya bi navê Nvidiayê mecbûr ma ku alavên bi miqdarê 5 mîlyar dolarî ku plan kiribû bifroşe welatê Çînê, betal bike. Ev jî zerara mezin dide aboriya şîrketê.

Di nava ambargoya Amerîka ya ser Çînê de gelek alavên teknolojiyê hene ku di nav wan de çîp jî hene. Şîrketa Nvidia, bi pêşdeçûna zeka çêkirî re, çîpan pêş xist lê leqayê ambargoya Amerîkayê ya ser Çînê hat. Di nava çîpan de yên ku lezê didin kar H800 û A800 hene.

Ji ber ambargoyê, şîrketa Nvidiayê mecbûre muşteriyên ji Çînê cuda ji xwe re bibîne lê bi ew çend hecmê jî gelek zahmet xwuya dike.