Îmarat, li Afrîkayê bi bihayê 4,5 milyar dolarî veberhênana enerjiyê dike
PeyamaKurd – Îmarat ragihand ku di dewra pêweşiya me de, wê li Afrîkayê di seha enerjiya ku mirov dikare nûh bike, wê bi miqdarê 4,5 mîlyar dolarî veberhênanê bike. Wezîrê sanayî û teknolojiya pêşkeftî yê Îmaratan (BAE) Sultan el-Cabir, di civîna kêşûhewayê ya Afrîka de axifî û got ku dê welatê wî ji bo projeyên enerjiya paqij bicîh bibe, dê 4,5 mîlyar dolar pere veqetîne.
El-Cabir got ku Afrîka di seha enerjiya dikare nûh bibe de, veberhênanê nake û ev tê wateya ku wenda dike. Wezîr got ku biryarê dane heya sala 2030an di hedefa wan de veberhênana 15 gigawatt enerjiya paqij heye ku ji bo wê veberhênanê bike.
Di civîna Zîrwa Afrîkayê de serokên dewletên Afrîkayê serokê COP28ê Sultan Al Jaber, balyozê taybet yê kêşûhewayê yê Amerîkayê John Kerry û gelek dezgeyên navdewletî hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin