DEM Partî di 13ê mehê de ji bo Saredariya Colemêrgê dest bi mîtîngan dike

09 June 2024 21:08 0 dîtin
DEM Partî di 13ê mehê de ji bo Saredariya Colemêrgê dest bi mîtîngan dike

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) di 13 û 14ê Pûşperê de li Colemêrg û Mêrsînê, li dijî biryara tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Colemêrgê mîtîngan pêk tîne.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, îro li navenda giştî ya partiya xwe di daxuyaniya çapemeniyê de, di derbarê mijarê de axivî.

Ayşegul Dogan ragihand ku ew ê 13ê mehê li Colemêrgê û 14ê mehê jî li parêzgeha Mêrsînê li dijî biryara danîna qeyûm a ser şaredariyê mîtîngan saz bikin.

"Navê vê hiqûqê çi ye?"

Ayşegul Dogan anî ziman ku ji ber ti sedemek tunebûye ku danîna qeyûm pê biparêzin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi xwe gotiye ku "yasa tune û em hiqûqê cîbîcî dikin, darazê ne yasayê, hiqûqê bi cî aniye û biryara xwe jî li gor vê yekê daye" û got: "Em tiştê ku divê herî dawî bê gotin niha dibêjin. Em wek DEM Partî dipirsin, navê wê hiqûqe ku ji bo me DEM Partiyiyan û di serî de Kurd, nasname, gel û baweriyên din ên li vî welatî dijîn tê cîbicîhkirin çi ye? Divê êdî navek ji bo vê hiquqê bê danîn.”

Ji aliyê din ve DEM Partiyê ragihandibû ku ew ê îro danê êvarê, li Amedê, li dijî qeyûm tayînkirina ser Şaredariya Colemêrgê meşeke girseyî li dar bixin.