DEM Partî: Qeyyûmtayînkirina Saredariya Colemêrgê tolhildana 31ê Adarê ye

03 June 2024 14:32 0 dîtin
DEM Partî: Qeyyûmtayînkirina Saredariya Colemêrgê tolhildana 31ê Adarê ye

PeyamaKurd - Seroka Koma DEM Partiyê ya Parlamenê Gulistan Kiliç Koçyîgît, qeyyumtayînkirina Şaredariya Colemêrgê weke tolhildana 31ê Adarê destnîşan kir û ragihand ku wê DEM Partî li ber hemû şaredariyênn xwe dest bi çalakiyên nobedê bike.

Îro, polêsên Tirkiyeyê avêtibûn ser avahiya Şaredariya Colemêrgê, Şaredar Mehmed Siddiq Akiş desteser kiribûn û piştî vê geşedanê jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihandibû ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê wezaretê, Havşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî Qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

“Divê her kes dengê xwe derxe”

Seroka Koma Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) a Parlamena Tirkiyeyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, piştî civîna awarte ya DEM Partiyê ya ji bo tayînkirina qeyûm axivî û got ku “Divê her kes dengê xwe derxe.”

“Tolhildana 31ê Adarê”

Gulistan Kiliç Koçyîgît amaje bi serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinên 31ê Adarê de da û axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd, di 31ê Adarê de qeyûmên talanker, diz û derbekar avêtin selikên gemarê yên dîrokê. Ev, yek ji encamên herî gring ên hilbijartinên 31ê Adarê bû. Desthilatê bi biryara qeyûmtayînkirinê dest bi tolhildana 31ê Adarê kir û hewl dide şaredariyên me ji me bistîne."

Koçyîgît, bûyera Şaredariya Parêzgeha Wanê mînak nîşan da û got: "Berê we li Wanê li ber hevserokê me dafik danîn û we mazbataya wî nedayê. Gelê Wanê li vîna xwe xwedî derket û şaredariya xwe dîsa stand. Doh jî xelkê Curnê Reş, di hilbijartinên ku we bi dek û dolaban da dubarekirin de, careke din got DEM Partî û hema bêje dengên DEM Partiyê 10 qat zêde bûn. Gelê me li Curnê Reş peyamekê da fêlbazan, li vîna xwe xwedî derket û bersiva herî xweş da we.”

“Pişta gelê Colemêrgê bigirin”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê her kes li vîna gelê Colemêrgê xwedî derkeve û wiha dom kir: “Divê raya giştî ya demokratîk bi awayê herî xurt berteka xwe nîşan bide.

Divê her kesê ku dilê wî bi demokrasiyê re ye, li hemberî vê bêhiqûqiya qeyûmdanînê dengê xwe derxe û nîşan bide ku li ew li gel gelê Colemergê ye. Ku em li Colemêrgê destûrê bidin wan, em nizanin wê dawiya vî karî heta ku derê biçe."

“Nobed dest pê dike”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku wê DEM Partî li ber hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê bike û got: “Em îro ji bo parastina şaredariyên xwe dest bi çalakiya nobedê dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bide van nobedan. Em ê îro di demjimêr 18:00an de li Şîşxaneya Stenbolê dest bi çalakiyekê bikin.”