DEM Partî: Li dijî Kurdan pêvajoyeke nû hate destpêkirin
PeyamaKurd - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda partiya xwe, di derbarê geşedanên dawî yên wek desteserkirin û girtina kesên govenda Kurdî digerînin, jêbirina nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi Kurdî û li ser wan nivîsandina de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan di nirxandina xwe ya li ser binçavkirina gelek kesên ku li ber stranên kurdî govend gerandin de wiha got: “Ji Mêrsînê heta Colemêrgê, ji Sêrtê heta Aydinê li bajarên cuda operasyoneke pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Ji ber hin sedeman dîmenên dawet û çalakiyên kolanan ên ku Kurd beşdar bûne têne çavdêrîkirin û dîtin û hişekî ku van dîmenan ji medyaya civakî re serwîs dike derketiye holê."
"Hun dijminên Kurdan in"
Dogan, da zanîn ku hikûmet bi vê polîtîkayê nikare encamekê bi dest bixe û wiha dom kir: “Aşkere ye ku ev hikûmet jî weke hikûmetên berê ji nîşaneyên siyasî û encamên wan ders nestandiye. Tênagihîje ku çi bedêlê bi Tirkiyeyê dide dayîn. Ev polîtîkayên bi dehan salan in têne meşandin, lê kesî encamek jê wernegirt. Ger kesên wisa difikirin ku wê bibin desthilatdar hebin; Ez bi taybetî li ser navê DEM Partiyê bang li wan dikim. Bi vî rengî, herî baş, hûn dikarin dawiya xwe bînin. Hûn dijminê Kurdan in. Divê em bi vî awayî bi nav bikin. Divê em wê rast eşkere bikin."
“Kurd jî dev ji govenda xwe bernadin”
Ez ji vir bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim. Werin em bi hev re vê govendê frehtir bikin. Çawa ku herêma Behra Reş dev ji horonê bernade, Ege jî dev ji zeybekê bernade, Kurd jî dev ji govendê bernadin. Îcar werin em bi hev re vê govendê freh bikin û bigerînin."
“Kesên bêguneh ên ku we girtin berdin”
Ma ew tenê govend e? Li herêmên ku bi giranî Kurd lê dijîn, yanî li erdnîgariya Kurdistanê, tabelayên hişyariyê yên trafîkê yên Kurdî, li ser rêyan nayên qebûlkirin. Tirkiyeyê di salên 90î de ev jiya. Li vî welatî bi taybetî jî li Enqereyê hewl hat dayîn ku destwerdana peyzaja baxçeyên rengên kesk û sor û zer bê kirin. Ev reng bi salan hatin qedexekirin.
Pûşî, slogan û reng hatin qedexekirin. Çi qewimî? Em bang li bloka desthilatdariyê dikin. Ji bo desthilatdariya xwe li ser Kurdan şer nekin. Hûn civakê dikişînin nav parçebûneke xeternak. Dev ji vê hewla hovane berdin. Bi pêşxistina polîtîkayên xitimandinê dawiya xwe neyînin. Van mirovên bêguneh ên ku we girtinğ serbest berdin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin