DEM Partiyê navê 27 navçeyên Tirkiyê yên namzedan nîsan didin eskere kir

19 December 2023 20:29 0 dîtin
DEM Partiyê navê 27 navçeyên Tirkiyê yên namzedan nîsan didin eskere kir

PeyamaKurd - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ew dê li 27 navçeyên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên şaredariyan namzedên xwe deynin.

 Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 19ê Kanûnê biryarên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya DEMê eşkere kir. 

Ayşegul Dogan navê 27 navçeyên bajarên Tirkiyê ku namzedên xwe yên şaredariyan destnîşan dikin parve kir û got:

“Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”

Dogan herwiha ragihand, ew dema serlêdana bernamzediyê dirêj dikin û wiha axivî: “Me beriya niha heta 20ê kanûnê dirêjkiribû. Niha jî em ê 5 rojên din dirêj bikin. Em careke din bang dikin; Werin em bi hev re serbikevin û bila bi lihevkirina bajar re bajarên me gel bi rê ve bibin.”

Berdevka DEMê li ser îdiayên piştgiriya CHPê di hilbijartinên şaredariyên mezin ên Tirkiyê de jî diyar kir ku ew nûçe nerast in, lê ew banga lihevhatina bajêr dikin ne banga partiyên siyasî.