Hevseroka DEM Partiyê Hatimogullari: Li Tirkiyê bi navê darazê tistekî nemaye
PeyamaKurd – Li ser encamdana doza Kobaniyê ya li Ankara ku di dadgeha cezayê giran ya 22em de dihat dîtin û cezayê giran dan gelek kesan, hevseroka DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları got ku li Tirkiyê li ser navê darazê tiştek nemaye û biryara dadgehê rexne kir. Tülay Hatimoğulları got:
“Ev biryar jî çawa îdeaname li Kulliyê û li navenda partiya MHPê hat nivîsandin, ev biryar jî ji aliyê heman dezgeyan de hatiye nivîsandin. Li Tirkiyê tiştekî bi navê darazê tine.”
Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan, piştî biryara dadgehê hat ragihandin, daxwuyaniya xwe li ber derê zîndana Sincanê dan. Tuncer Bakırhan jî di daxwuyaniyê de weha got:
“Celsa îro ya li Sincanê hat kirin, li salona dadgehê rûhiyeta Dadgehên Îstîqlalê, ya 12ê Êlûnê û ya 12ê Adarê ji nûh de vejandin. Di vê wexta ku di siyasetê de peyamên nermbûnê tên dayîn de, hewl didin ku HDP, siyaseta Kurd, şoreşger û demokratan ji ortê rakin. Di hilbijartina 31ê Adarê de Kurd û kedkar bersiva van biryarên darazê dan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin