Dema fitarê 2 roketên katyûsa li bajarokê Kifrî yê Kurdistanê ketin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Nîsanê danê êvarê du roketên katyûşa li nav bajarokê Kifrî yê Herêma Kurdistanê ketin.
Li gorî zanyariyan dema fitarê yek ji moşekan li nav taxa Îmam Mihnemed û ya din jî li nav bazara bajarokê Kifrî ketiye ku ti ziyaneke canî çênebûye.
Qeymeqamê Kifrî Sîrwan Şukur ji medya Kurdistanê re ketina moşekên li nav bajarokê piştrast kir û diyar kir, li ser bûyerê lêkolîn destpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin