Dema helikopter ava xwe dadigirt, ket nav avê û muretebat bi avjeniyê rizgar bûn

02 August 2024 20:31 0 dîtin
Dema helikopter ava xwe dadigirt, ket nav avê û muretebat bi avjeniyê rizgar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navça Koxanê li gundê Kızlarsekisi agir bi daristanê ket. Ji bo agir vemirîne helikopter çû ava bendava ser çemê Göksuyê û nizim bû da ava xwe dagire lê ket nav avê.

Di helîkopterê de 5 kes hebûn û her 5 kes bi avjeniyê ji nav avê sax rizgar bûn. Ji bo li muretebatên helîkopterê bigerin, tîmên rizgarkirinê arasteyê ciyê bûyerê kirin.

Bûyer, li dora 16.00an de çêbû. Sedema ketina helîkopterê diyar nîne lê rewşa xebatkarên di helîkopterê de başe.