Dukan | Ciwanekî Ereb di dema avjeniyê de xeniqî
PeyamaKurd – Ciwanekî Ereb ê ji bo geştê serdana gola bendava Dukanê kir, di dema avjeniyê de xeniqî.
Li gor zanyariyan, piştî xeniqîna wî ciwanî tîmên melevaniyê yên Dukanê karîn meytê wî ji avê derxînin û ji bo lêkolîna bijîşkî ew rakirin bijîşkê dadî yê Silêmaniyê.
Herwiha bi vê bûyera dawî ve, îsal di gola bendava Dukanê de heta niha 9 kesan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin