Demirtas bo operasyona ser DBPê: Encamên siyasî pêsin qebûl dikin, bi xêr be!

23 December 2022 20:32 0 dîtin
Demirtas bo operasyona ser DBPê: Encamên siyasî pêsin qebûl dikin, bi xêr be!

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirne girtiye, derbarê operasyona îro 23yê Kanûnê ya ser Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rêya Twitterê daxuyanî da.

Demirtaş li ser binçavkirina 14 rêveber û endamên DBPê ku Hevseroka DBPê Keskîn Bayinkir jî di nav de ye, got: “AKP bi destê darazê xebata hilbijartinên didomîne. Hevseroka DBPê Keskîn Bayindir û gelek endamên partiyê bi serdegirtina malan hatin binçavkirin.”

Herwiha Demirtaş destnîşan kir: “Li gor ku li şûna dîyalogê we zilm hilbijartiye, hûn encamên vê yên siyasî jî pêşin qebûl dikin. Ya bi xêr be.”