Demirtas ji bo ‘protestokirina rehînetiya siyasî’ neçû merasîma cenazeyê bavê xwe

31 December 2023 16:59 0 dîtin
Demirtas ji bo ‘protestokirina rehînetiya siyasî’ neçû merasîma cenazeyê bavê xwe

PeyamaKurd – Siyasetmedar Selahattîn Demirtaş ku 7 sal in li girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtî ye, beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe Tahir Demirtaş ku îro 31ê Kanûnê koça dawî kir nebû.

Parêzerên Demirtaş ragihandin ku Demirtaş beşdarî merasîma cenazeyê nabe û daxwaza çûna Diyarbekirê ji girtîgehê bo cenazeyê bavê xwe nekiriye.

Parêzer Mahsûnî Karaman ku ji bo wefata bavê wî serdana Demirtaş li girtîgehê kir, eşkere kir ku ji bo protestokirina rehînetiya siyasî Demirtaş destûra çûna Diyarbekirê bo merasîma cenaze wernegirtiye.

Hate zanîn ku cenazeyê Tahir Demirtaş, îro li Goristana Yenîşehîr a Diyarbekirê bi merasîmeke qelebalix a beşdariya xizm, malbat û kesayetên siyasî bi xakê tê spartin.

Diya Demirtaş, Sadiye Demirtaş û xanima wî Başak Demirtaş li Goristana Yenîşehîrê sersaxiyan qebûl dikin.