Demirtas ‘Xelata Wêrekiya Siyasî’ wergirt

16 November 2019 11:25 0 dîtin
Demirtas ‘Xelata Wêrekiya Siyasî’ wergirt

PeyamaKurd - Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş, ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ wergirt.

Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku 6 sal berê li Almanyayê hatibû damezirandin û toreke partî û rêxistinên sosyal demokrat e û herwiha ji 140 welatan, sosyal demokrat, partiyên siyasî û sazî tê de cih digirin, ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ îsal da Selahattin Demirtaş.

Li bajarê Stocholmê Swêdê rê û resmek ji bo belavkirina xelatan ji aliyê Tifaqa Pêşverû hat sazkirin. Di wê merasîmê de hevjîna Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş jî amade bû û li ser navê navê Demirtaş, ‘Xalata Wêrekiya Siyasî ya 2019an’ wergirt.

Raportora Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Kati Piri jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê wêneyek ji wê rê û resma xeladayînê belav kir.