Rojnamevaneke Kurd ‘Xelata Rojnamegera Wêrek’ wergirt
PeyamaKurd - Koma Medyayê ya RCSyê xelata ku her sal li ser navê Maria Grazia Cutuliyê xelatekê dide, îsal berpirsa nûçeyan a JinNewsê, Safiye Alagaşê xelat kir.
Rojnamegera îtlalî, Maria Grazia Cutuli di sala 2001ê dema ku ji bo rojnameya Corriere Della Sera dixebitî çûye Efxanistanê. Dema ku rojnamegera wêrek karê xwe dikir ji aliyê El-Qaîdeyê ve hatiye kuştin. Her sal ji bo bibîranîna Cutuliayê li ser navê wê xelata 'Xelata Jina Rojnameger a Wêrek' tê dayîn.
Safîye Alagaş ji Sêrt a bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2008an ve bi awayekê çalak rojnamegeriyê dike. Ew heyaji bo Ajansa Nûçeyan a Dicleyê, Şûjin û Jin Newsê xebitiye..
Hêjayî gotinê ye ku JinNews ajanseka nûçeyan e ku hemû xebatkarên wê jin in. Mijarên sereke yên malperê li ser jinan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin