Pirtûka nivîskara Kurd bû namzeda ‘Xelata Necîb Mehfûz’ a sala 2021ê

12 February 2021 21:43 0 dîtin
Pirtûka nivîskara Kurd bû namzeda ‘Xelata Necîb Mehfûz’ a sala 2021ê

PeyamaKurd – Pirtûka romannivîsa Kurd a Efrînî Meha Hesen a dawî bi navê "Hey El Dehşe" ji bo wergirtina xelata Necîb Mehfûz a sala 2021ê hat namzedkirin.

Romana Meha Hesen ji nava 270 romanan tevî berhemên 5 romannivîsên din ji bo romana herî baş a Erebî hate namzedkirin.

Xelata Necîb Mehfûz, xelateke girîng e li ser asta welatên Erebî û li Qahîreyê tê dan ku di meha bê de, ji nav 6 romanên hatine namzedkirin yek ji wan dê wê xelatê werbigire.

Meha Hesen li Parîsê dijî û heta niha 13 roman nivîsandine, 2 ji wan bo zimanê Îtalî, romaneke wê ji bo Kurdî-Zaraveya Soranî hatine wergerandin û wê ji bo Kurmancî jî heman roman bê çapkirin.

Berhemên Meha Hesen 2 caran ji bo xelata Booker ya Erebî û 3 caran ji bo xelata Şêx Zayid hatine namzedkirin û sala 2005an jî xelata Human Right Wach li Amerîkayê bidest xistiye.

Meha Hesen li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê ji dayik bûye..

Xelata Necîb Mehfûz 1996an ve ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya li Qahîreyê bi berhemeke edebî ya herî baş a bi zimanê Erebî tê dan.