Demirtas pistî hevdîtina ligel Ozgur Ozel peyamek belav kir
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtina ligel Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya parêzerên xwe li ser medya civakî Xê peyamek belav kir.
Demirtaş, ji bo serdanê spasiya Ozgur Ozel kir û da zanî, ew li ser gelek mijaran axivî ne û li ser daxuyaniyên nermbûnê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û silava bo DEM Partiyê ya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ragihand: “Ji bo ku axaftinên Erdogan derbarê asayîkirin û nermbûnê de cihê xwe bigirin û bandoriyê çêbikin, divê di hemû qadan de rêz li serweriya yasayê bê girtin. Ji ber ku bêyî vê ne deriyê siyasetê vedibe û ne jî zemîna asayîkirinê tê afirandin. “
Demîrtaş destnîşan kir ku rêya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê siyaset e û navenda çareseriyê jî parlemento ye ku pirsa kurd jî li wir dikare bê çareserkirin.
Li ser silava Bahçelî û Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan jî Demîrtaş got, ji bo berdewa silavê, divê rêya siyasetê vebe û nabe nakokiyên siyasî tevlî pirsgirêkan bêne kirin.
Demîrtaş got: “Em di hemû şert û mercan de ji bo siyaseta demokratîk amade ne û em ê erka ser milê xwe ji bo aştiya civakî û demokrasiyê bicih bînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Demîrtaş Mijdara 2016an ve ji ber axaftinên siyasî û doza Kobaniyê di girtîgehê de tê girtin ku herî dawî tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a berdanê jî 42 sal cezayê girtîgehê li ser hatiye sepandin. Piştî nîqaşên li ser asayîbûnê nirxandin têne kirin ku Demirtaş û hevalên wî yên girtî werin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin