Demokrat dixwazin siyaseta Trump a derve bixin bin çavdêriyê

10 November 2018 01:50 0 dîtin
Demokrat dixwazin siyaseta Trump a derve bixin bin çavdêriyê

PeyamaKurd - Rojnameya navdar a Amerîkayê Washington Postê îdîa kir ku Demokratên ku piştî demeke dirêj piraniya Meclisa Nûneran bi dest xistin dixwazin ji her aliyî ve siyaseta derve ya Trump di ber çavan re derbas bikin.

Ji ber ku berê Komarîxwaz piranî bûn di Meclisa Nûneran de polîtîkayên Trump zêde nedibûn mijara vê sazûmanê, lê niha Demokrat dixwazin siyasa Trump a di warê Rûsya, Siûdî, Îran û mijarên din bigirin ber dest.

Demokrat dibêjin divê Koşka Spî me ciddî bigire, eger me ciddî negire emê karên wisa bikin ku mecbûr bimîne me ciddî bibîne.