Biden: Di siyaseta derve de em dixwazin bi Ewropayê re bixebitin

26 March 2021 17:02 0 dîtin
Biden: Di siyaseta derve de em dixwazin bi Ewropayê re bixebitin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew dixwazin li ser mameleya ligel Rûsya û Çînê û herwiha li ser mijara Tirkiye, başûrê Qefqasya, Baklan û rojhilatê Ewropayê bi Yekîtiya Ewropayê re bixebitin.

Koşka Spî piştî bidawîbûna rûniştineke Parlaneta Ewropayê ku Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beşdarî kiriye ragihand, Joe Biden niyeta xwe nîşan daye ji bo karkirina derbarê cîbicîkirina berjewendiyên hevbeş ên di warê siyaseta derve de, ji wan jî li hember Rûsya û Çînê.

Joe Biden diyar dike ku divê gotûbêj di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de berdewam bibin li ser mijara Tirkiye, başûrê Qefqasya, rojhilatê Ewropayê û rojavayê Balkanê.

Herwiha behsa mijara têkoşîna li hember vîrusa Koronayê ya nû û mijara guherîna keş û hewayê û herwiha pêwendiyên aboriyê hatine kirin.