Biden: Wezîrê Derve Blinken li Çînê karekî pir bas kir
PeyamaKurd – Biden li bajarê Palo Alto yê li eyaleta California, dema ew ê li ser polîtîkayên li dijî guherîna avhewa nîqaş bikira, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Li ser pirsa gelo bi Wezîrê Derve Antony Blinken ê li Pekînê re hevdîtin pêk aniye yan na, Biden diyar kir, wî bi rêya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan pê re têkilî daniye.
Biden got, "(Blinken) karekî pir baş kir" û destnîşan kir, ew di vî warî de li ser rêya rast in û bi serdana Blinken re di têkiliyên bi Çînê re pêşketin çêbûn.
Blinken ku do ji bo serdaneke fermî ya du rojan çû Pekînê, ji destpêka sala 2021an û vir ve ku serokê AmerîkayêJoe Biden dest bi wezîfeyê kir, bû karbidestê herî bilind ku serdana Çînê kir.
Wezîrê Amerîkayê do bi hevtayê xwe yê Çînê Çîn Gang re û îro jî bi dîplomatkarê herî payebilind ê Çînê Wang Yi, Rêveberê Ofîsa Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) û Serokkomar Şî Jinping re hevdîtin kir.
Di navbera her du welatan de ji pirsgirêka Taywanê bigire heta rageşiya leşkerî ya li Behra Çînê ya Başûr, ji pêşbaziya aborî û teknolojîk heta mijara mafên mirovan gelek qadên pirsgirêk hene.
Serdan girîng e wekî gava dawîn a di mehên dawî de ji bo vegerandina pêwendiya dîplomatîk ku ji ber qeyrana ji ber ketina balonek bilind a Çînî li qada hewayî ya Amerîkayê di Sibatê de hate qutkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin