Derbarê 21 parlamenterên HDPê fezleke hatine amadekirin
PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Tirkiyê 30 fezleke derbarê 21 parlamenterên HDPê amade kirine û pêşkêşî Serokatiya Parlamentiya Tirkiyê kir.
Li gorî nûçeyên Medya Tirkiyê, ji bo rakirina parêzbendiya 21 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Wezareta Dadê ya wî welatî 30 dozên tawanan pêşkêşî parlamentoyê kiriye, da ku bixe bernameya karê rojane ya encûmena giştî ya parlemanê û piştre jî bikeve dengdanê.
Li gor zanyariyên berdest, di derheqê Kemal Bulbul de 3 dosye, ji bo her yek ji Nimetullah Erdogmuş, Saliha Aydeniz, Gulistan Kiliç, Muazzez Orhan, Nuran Îmîr û Semra Guzel 2 fezleke hatine amadekirin.
Herwiha ji bo her yek ji bo parlementerên HDPê Pero Dundar, Said Dede, Şevîn Cişkon, Dersim Dag, Musa Farisogullarî, Necdet Îpekyuz, Ayşe Surucu, Ayşe Acar Başaran, Kemal Pekuz, Meral Daniş Beştaş, Ridvan Turan, Sezayi Temellî, Ramziye Tusun û Leyla Guven jî fezelekeyek hatiye amadekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin