Deriyê Pêsabûrê ji kesên li Rojava asê mane re hat vekirin

24 August 2020 17:15 0 dîtin
Deriyê Pêsabûrê ji kesên li Rojava asê mane re hat vekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin deriyê Pêşabûrê (Sêmalke ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve) piştî 5 mehên girtî bo bergiriya belavbûna vîrusa koronayê, ji nû ve hat vekirin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ragihand ku deriyê sînorî yê Pêşabûrê li pêş hatina xelkê Rojavayê Kurdistanê yên xwedî îqameyên Herêma Kurdistanê hat vekirin.

Li gorî biryarê wê rojane 100 kesên xwedî îqameyên Herêma Kurdistanê bikarin bi wergirtina rêkarên tenduristiyê re derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Herwiha hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên pêwîst ên tenduristiyê girtine û ti kes bê çêkirina testa Koronayê nikare derbas bibe.

Rêvebirê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ragihandiye, “Bi biryara Wezareta Navxwe, xelkê li rojavayê Kurdistanê asê mane vegerin. Rojane dê 100 kesên hilgirên îqameya Herêma Kurdistanê ne û li sînorê parêzgeha Duhokê ne dê derbas bibin. Ewên li parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê ne jî ku hejmara wan gelekî kêm e, heger ew jî bên, dê bikarin derbas bibin.”

Herwiha li gorî biryarê wê kesên ku li kampan dimînin, li cihekî taybet bêne karantînekirin. Yên li nava bajêr bi cih dibin jî, dê soznameyekê dagirin ku ewên li malên xwe karantîne bikin, heta encamên testên wan derdikevin û dema wan a karantînê bi dawî dibe.