Deriyê Pêsxabûr ji bo kesên îqama wan li Kurdistanê heye vedibe
PeyamaKurd – Deriyê Sêmalka an ku deriyê Pêşxabûr ji bo kesên ku ji derve tên da îqamê bistînin û ji bo kesên ku îqama wan li Kurdistanê heye, dê vebe.
Derî li ser êrîşên kesên bi navê Ciwanên Şoreşger ev demekiye hatibû girtin.
Rêvebirê Pêşxabûr Şewket Berbuharî îro ragihand ku xebatkarên di dezgeyên mafên mirovan de dixebitin dikarin dagerin û piştî vê axaftinê derî ji nûh de vedibe. Berbûharî weha got:
“Sibê, ji roja înê û pê de kesên ku hemwelatiyên Awrûpa ne û ji sînorê Pêşxabûr derbasî Kurdistana Rojava bûne, ji deriyê sînor yê Welîd her roj siet ji 9 ê heya 16.00 ê dikarin dagerin. Yên ku ji Kurdistana Rojavane û li Herêma Kurdistanê îqama wan heye, piştî roja înê dikarin ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê di deriyê Welîd de derbas bibin.”
Îzna derbasbûnê tenê ji bo ew kesên ku deriyê Pêşxabûr bikaranîne û çûne dikarin di heman deriyê de dagerin herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin