Dêrsim | Polîsan nehistin konsereke bi zimanê Kurdî were lidarxistin

23 October 2021 10:37 0 dîtin
Dêrsim | Polîsan nehistin konsereke bi zimanê Kurdî were lidarxistin

PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê, li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, nehiştin konsereke bi zimanê Kurdî were lidarxistin ku di çarçoveya çalakiyên hunerî yên Şaredariya Dêrsimê de hatibû organîzekirin.

Roja Înê 22ê Cotmeha 2021ê, di çarçoveya çalakiyên “Atolyeya-Xebatgeha Tembûrê” de ku sê roj e berdewam bûn, rêkxerên xebatgehê hunermend Mikail Aslan û Cemîl Koçgîrî xwestin li Meydana Seyîd Riza li naverasta bajarê Dêrsimê konserekê bi zimanê Kurdî bidin.

Lê polîsan bi hinceta vîrûsa Covid-19ê nehiştin konser bê sazkirin û bi rêya hoparlorê bang li amadevanan kirin ku meydanê bicîh bihêlin. Mikail Aslan û Cemil Koçgîrî li sazê dan û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî stran gotin û xwendekarên beşdarê xebatgehê û welatiyên li wê derê ligel banga polîsan jî meydan vala nekirin.

Şaredariya Dêrsimê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyerê de vîdeoyek belav kir û diyar kir, bi wê konsera saz dikin dawî li çalakiyên “Atolyeya Tembûrê” tînin. Serokê Şaredariya Dêrsimê roja Înê da zanîn ku bi rêya vê çalakiyê xwestine amaje bi xweza, dîrok, ziman, huner û kultura xwe bidin, lê ligel ku 4-5 roj e çalakiyên wan berdewam in, îro polîs bi hinceta Coronayê rêgiriyê li wan dikin.