Wan | Polîsan mesa bo Zimanê Kurdî asteng kir

04 June 2021 18:17 0 dîtin
Wan | Polîsan mesa bo Zimanê Kurdî asteng kir

PeyamaKurd – Meşa Zimanê Kurdî ya li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Meşa ji bo mafê Zimanê Kurdî ku bi beşdariya endamên Tora Çand û Ziman û berpirsên bajar ên HDPê û rêxistinên civaka sivîl ber bi parka Mûsa Anter ve hat destpêkirin, ji aliyê polîsan ve hat astenkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di çarçoveya kampanyaya zimanê Kurdî de ji bo 4ê Hezîranê biryara lidarxistina mîtingekê hatibû wergirtin ku parêzgariya Wanê destûra wê nedabû.

Polîsan jî bi hinceta nebûna destûrê nehiştin girseya ku ji bo kampanya Zimanê Kurdî derketibû rê bimeşe ku dixwestin li Parka Mûsa Anter daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk da xuyakirin, “Îro li Wanê dilê Serhedê me xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî. Parêzgar bûye hiqûq, qanûn û dibêje her tişt ez, faşîzma xwe bi vî awayî berdewam dikin. Çûyîna wan nêz e. hûn ê li hember hiqûqî bersiv bidin. Parêzgar û yên van talîmatan jî didin dê hesab bidin.”

Bedran Ozturk girîngiya mafê ziman bibîr xist û diyar kir, “Her zimanêk ji bo mirovatiyê dewlemendiyeke. Gava ku em li çar parçeyên Kurdistanê binêrin, her tim êriş dane ser zimanê gelê Kurd. Yekperestan xwestine hişmendî yek be, ziman yek be, gel yek be. Ziman ji xwe re ne wek dewlemendiyek lê wek metirsiyek dîtine. Ji ber vê yekê îro li Bakurê Kurdistanê he jî ev êrişên wan berdewam dikin. Gava qeyûm hatan cara yekemîn êriş dane ser zimanê gelê Kurd. Bi polîtîkayên qirêj armanca tunekirina ziman, nasnameyê, çandê û dîrokê tunedikin. Lê gelê Kurd li zimanê, çand û dîroka xwe xwedî derketiye.”