SP: Astengên li pêsiya Zimanê Kurdî wê bêne rakirin!
PeyamaKurd- Serokê Partiya Saadetê (SP) û namzetê SPê yê Serokomariya Tirkiyê Temel Karamollaoglu got ku divê Astengên li pêşiya Zimanê Kurdî bêne rakirin û Zimanê Kurdî jî bikeve bin ewlehiya makezagonê de.
Serokê Partiya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu li Diyarbekirê Rapora xwe ya Kurdan bi çapemeniyê re parve kir.
Karamollaoglu di rapora xwe de xalên girîng anîn zimên. Karamollaoglu wiha berdewam kir:
Tirk Tirk e, Kurd jî Kurd e. Pirsgirêka Kurdî, tenê bi heq û edaletê tê çareserkirin. Pirsgirêka Kurdî êdî herî kêm pirsgirêka çar dewletan e. (Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye). Divê ev her çar dewlet werin cem hev û vê pirsgirêkê li ser heqiyê çareser bikin. Naxwe hêzên navdewletî wê her dem teliya xwe têxin nav de.
Êdî guhertineke mezin lazim e. Divê di her qadê de nûjeniyek pêk were.
Karamollaoglu ji bo piştî hilbijartinê, ev xalên henê we’d kirin:
1.Divê makezangoneke adil were amadekirin.
2.Perwerdehiya bi zimanê Zikmakî divê têkeve bin sîwana Makezagonê de.
3.Ji bo edaleta temsîlkirinê, divê benda hilbijartinê were rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin