Desteya Hilbijartinê ya Tirkiyê li ser îtiraza DEM Partiyê ya bo Wanê dicive

03 April 2024 18:43 0 dîtin
Desteya Hilbijartinê ya Tirkiyê li ser îtiraza DEM Partiyê ya bo Wanê dicive

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) bi rojeva îtiraza DEM Partiyê ya li ser hilweşandina seroktiya şaredariya Wanê ya Abdullah Zeydan bicive.

DEM Partiyê îro ji bo betalkirina biryara Desteya Hilbijartinan a Wanê ya li ser dayîna mazbatayê bo namzedê AK Partiyê yê di hilbijartinan de bûye duyem, li ser navê Abdullah Zeydan serlêdana îtirazê li YSKê kiribû.

YSKê biryar da ku serlêdana DEM Partiyê ya bo bajarê Wanê binirxîne û ji bo biryarekê bide li ser biciive.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku dadgehê mafên namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku bi rêjeya ji sedî 55ê dengan hatibû hilbijartin jê standibû, biryar hatibû dayîn ku mazbataya seroktiya şaredariyê bo namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvasê bûbû duyemê hilbijartinan.

Piştî vê biryarê ji doh ve li Wanê protesto berdewam dikin û ji bilî DEM Partiya opozîsyona Tirkiyê CHP bertekan li dijî wê biryarê nîşan didin û dixwazin ew biryara derhiqûqî bê betalkirin û mafê Abdullah Zeydanê hilbijartî bê dayîn.