Devlet Bahçeli bi deqîqeyan ji bo Bakirhan li çepikan da
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, endamê DEMê Tuncer Bakirhan ê ku di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de axaftinek kir, li çepikan da.
Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan di nîqaşên butçeyê yên li Meclîsa Gel a Tirkiyeyê de axivî û banga diyalogê li Kurdan kir.
Endamê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axivî û got, "Di pêvajoyeke ku li Sûriyeyê hevsengiya siyasî ji nû ve ava bibe, diyaloga bi Kurdan re wê feydeyên mezin bide Tirkiyeyê. Tirkiye bi polîtîkayên aştiyane yên ku wê bimeşîne dikare li Rojhilata Navîn bibe mînak. Kurdên li ser sînorên Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd in, ji bo aştiyê firsend in. Divê Komara Tirkiyeyê vê yekê binirxîne.
Ji bo misogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn tifaqeke herêmî û têkiliyên civakî, aborî û çandî girîng in. Em amade ne ku her cure piştgirî bidin gavên ku hikûmetê di vî warî de avêtine. Derfeta ku hûn bi çareserkirina vê pirsgirêkê re dîrokê çêbikin li benda we ye."
Serokê Giştî yê Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî ku di wê kêliyê de li Meclîsê li endamê Koma MHPê yê DEMê Tuncer Bakirhan guhdarî dikir, bi deqeyan li çepikan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin