Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji dilê xwe emeliyat bû

06 February 2025 23:42 0 dîtin
Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji dilê xwe emeliyat bû

PeyamaKurd – Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçeli 10 sal berê ji qelpaxê dilê xwe emeliyat bûbû û bi sedema ku di qelpaxê dilê wî de tehrîbat çêbûbû, car din emeliyat bû. Hat ragihandin ku emeliyata wî serkeftî derbas bûye. Rewşa wî başe û wê di wextekî nêz de ji nexweşxanê derê.

Di ragihandina nivîskî ya cîgirê Devlet Bahçeli Prof. Dr. Ahmet Selim Yurdakul û Prof. Dr. Sertaç Çiçek de weha hat gotin:

“Piştî tehlîlên Devlet Bahçeli hatin kirin di 4ê Sibata 2025an de li nexweşxana Anadolu Sağlık Merkezi razaye. Qelpaxê dilê wî yê 10 sal berê guhertişbûn tê de tehrîbat heye û di emeliyatê de qelpax hatine guhertin.

Rewşa wî başe û di oda xwe de îstîrahet dike. Wê di demekî nêz de car din jiyana xwe ya normal dewam bike.”