Li Diyarbekirê bi navê Serokê MHPê Devlet Bahçeli daristanek tê çêkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Diyarbekirê, daristanek bi navê Serokê MHPê Devlet Bahçeli ku li wir ji sedî 1.34ê dengan sitendibû tê çêkirin.
Li gor zanyariyên Serokatiya Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Tevgera Nîjadperest a Tirkiyê (MHPê) wê li Çiyayê Kirklarê bi navê serokê partiya xwe Devlet Bahçelî 'Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçeli' çêbikin û ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Şaxa Diyarbekirê ya Yekîtiya Odeya Bînasaz û Endezyaran (TMMOB) bi daxuyaniyekê bang li Parêzgar û Qayûmê Diyarbekirê Munir Karaloglu kir û got: “Heta niha saziya ku Çiyayê Kirklarê parastiye em in. Me wê demê jî got û niha jî em dibêjin. Qayûmên beriya we jî Çiyayê Kirklarê wêran kirin û qadên nû yên gendeliyê vekirin. Me li dijî wan doz vekir û em bi serketin. Ya pêwîst bû we jî bikira ev tişt bû. Lê we nekir û di ser de jî hûn ê li vir daristana bîranînê çêbikin û navê wê jî bikin 'Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçeli'. Çima li Diyarbekirê navê Devlet Bahçeli? Bahçeli kesekî ku li dijî Kurdan diaxive û dijminê Kurdan e. Bi vî awayî hûn li hemberî civaka Kurdan sûc dikin. Bi sedan nivîskar û hunermend hene ku ji bo gelê Diyarbekirê ked dane û nûnertiya wan kirine lê çima Devlet Bahçeli?.”
Li gor agahiyên Serokatiya Rêxistina MHPê ya Diyarbekirê, daristan li ser 210 donim erd tê çêkirin û 10 hezar dar wê bên çandin û tê çaverêkirin heta dawiya Çileya 2022an bê temamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin