Dewleta Tirkî dest danî ser berhemeke dîrokî ya bi destxeta Îbranî hatiye nivîsandin

15 February 2022 10:59 0 dîtin
Dewleta Tirkî dest danî ser berhemeke dîrokî ya bi destxeta Îbranî hatiye nivîsandin

PeyamaKurd Li parêzgeha Diyarbekirê ya li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirkî, dest danîn ser berhemeke dîrokî ku pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî hatiye nivîsandin û bergumanên dixwestin berhemê bifroşin hatin girtin.

Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di encama xebatên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê de, hat tesbîtkirin ku hin şêniyên navçeya navenda Karapinarê, li bikiran digerin ku çend berhemên dîrokî bifiroşin.

Herwiha, berguman li Taxa Peyasê ya navçeyê gava dixwestin berhemên dîrokî bifiroşin, hatin girtin û di lêgerîna li ser wan û otomobîla wan de, pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî ku tê texmînkirin berhema dîrokî ye, hat desteserkirin.

Berhema bidestxistî, radestî Rêveberiya Muzeyê hat kirin û di derheqê 3 bergumanên hatin binçavkirin de jî, lêpirsîn hat destpêkirin.