DYA dest danî ser balafira serokê dewleta Venezuelayê ya Maduro
PeyamaKurd – Wezareta Dadê ya DYAyê bi sedema îhlala dorpêçên ser Venezuelayê kiriye, li Komara Dominikê dest danî ser balafira meqam ya serokê dewletê Nicolas Maduro.
Wezareta Dadê ya DYAyê bi nivîskî ragihand ku dest danîne ser balafira ku Maduro di seredanên xwe yên derveyê welat de bikartîne. Wezaret got ku balafirê di rêya şîrketekî paravan de kirîne, derxistine derveyê Amerîkayê û îhlala givaşên ser Venezuelayê kiriye.
Kiryara DYA yê dibe ku bibe sedema dijberiyên nûh di navbera her dû dewletan de. Berê jî di wexta hilbijartina serokkomariya Venezuelayê de, DYA ragihandibû ku hilbijartin zelal nehatiye kirin û destekê dabû muxalefetê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin