Dewleta Tirkiyê li hemberê Kovid-19 ê tedbîrên nû danî

03 November 2020 22:30 0 dîtin
Dewleta Tirkiyê li hemberê Kovid-19 ê tedbîrên nû danî

PeyamaKurd – Piştî civîna encumena wezîran ya Tirkiyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan tedbîrê nû bo xelkê Tirkiyê ragihand. Erdoğan got ku li hinek bajaran carna nexweşîn zêde dibe lê bi giştî dikarin nexweşên rojane kontrol bikin. Erdoğan tedbîrên nû li ser 3 xalan ragihand:

1.Di sektora taybet û ya dewletê de wê xebata firk bêkirin.

2.Li bazaran û marketan û li ciyên weka wan qelebalix wê kontrol bên zêdekirin.

3.Xwaringeh, pastaxane, berber, salonên dawetan, cinama, salonên konseran û kargehên weka wan wê siet di 22.00 an de bên girtin.

Tayip Erdoğan li ser mijara aşiya Kovid-19 ê jî weha got:

“Heya dawiya salê, wê aşiya ku em ê ji welatên derve bînin bikarbînin û ya Tirkiyêjî heya karibin bigihînin mehên baharê.”