Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi nirxê 542 hezar dolaran alîkariya tenduristî gihand Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi alîkariya rêxistina IEH ya Almanyayê karwaneke alîkariyên tenduristiyê şand Rojavayê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku doh 18ê Cotmehê di çarçoveya sektora tenduristî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya rêxistina Alman a IEH karwaneke din a alîkariyên bijîşkî pêşkeşî nexwaşxaneyên Rojavayê Kurdistanê kir.
Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Pîr Deyan got: “Bi alîkariya li gel rêxistina IEH a Almanyayê ve amûr û pêdiviyên bijîşkî me şand ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê û em ê berdewam jî bikin ji bo gihandina alîkariyan ji rûniştvanên Rojavayê Kurdistanê re.”
Pîr Deyan da zanîn: “Ew tişt û amûrên bijîşkî ji nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê re hatin pêşkeş kirin û nirxê tiştên ku hatine şandin jî 542 hezar dolarê Amerîkayê digre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin