Di 62yemîn salvegera Sewata Sînemaya Amûdê de qurbaniyên komkujiyê têne bibîranîn
PeyamaKurd – 13ê Mijdara 1960î li Sînemaya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama şewatekê de komkujiyek pêk hatibû û 280 zarokên Kurd di wê şewata ku hîn jî sedema wê nehatiye diyarkirin de, can dabûn.
Di 62yemîn salvegera komkujiya şewata Sînemaya Amûdê de, qurbaniyên komkujiya zarokên Kurd ku bi xemsarîya hêzên rejîmê pêk hatibû têne yadkirin.
Li gorî nîşaneyan şewata Sînemeya Amûdê komkujiyeke plankirî li ser zarokên Kurd bû.
Bûyera Şewata Sînemaya Amûdê çawa bû?
13ê Mijdara 1960î ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê, fîlmek bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê ya ku tenê têra 200 zarokî dikir de, 500 zarokên Kurd hatibûn kom kirin.
Dema ku zarokan li fîlm temaşe dikir, di sînemayê de şewat derket. Ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venekirin, 280 zarokên Kurd di nav pêtên agir de can dan.
Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneke lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.
Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Wî di şeva Şewata Sînemaya Amûdê de, bi dehan zarok rizgar kirin. Di dawiyê de stûnek di ser wî de hat xwarê û wî jî jiyana xwe ji dest da.
62 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê malbatên qurbaniyan daxwaza aşkerekirina rastiya vê komkujiyê û destên li pişt wê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin