Êsa 283 zarokên Sewata Sînemaya Amûdê pistî 58 salan hîn jî zindî ye

13 November 2018 14:22 0 dîtin
Êsa 283 zarokên Sewata Sînemaya Amûdê pistî 58 salan hîn jî zindî ye

Peyamakurd - Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku ew bûyer rojeke wek îro ango di 13ê Mijdara 1960î de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê rû dabû.

Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayîrê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yên rejîma Beasê bi biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr kiribûn biçin sînemayê li fîlmê “Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.

Salona ku ji bo 200 kesî bû nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de hatin bicihkirin û piştî ku hemû zarok ketibûn hûndirê sînemayê, leşkerên Sûrîyê derî bi ser zarokan de girtibûn û agir bi sînemayê ketibû.

Dema ku şewatê destpê kiribû zarokan berê xwe dabû derîyê derketinê, lê mixabin derî ji derve de hatibû girtin û dengê qêrîna zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan ber bi asîmanan ve çûbû.

Di karesata “Agirê Sînemeya Amûdê” de, 283 zarokên kurdan bi şewatê can dabûn.

Di vê bûyera sosret de, rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir girîng e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kiribûn.