Rêveberiya Rojava Sînemaya Amûdê ji nû ve ava dike
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar da ku Sînemaya Amûdê ji nû ve ava bike.
Rêveberiya Xweser jî ji bo bîranîna qurbaniyên şewata Sînemaya Amûdê dest bi xebatên avakirina Sînemaya Şehrezadê ya bajarê Amûdê kir.
Berpirsiyara Teknîkî ya Şaredariya Amûdê Dorîn Deqûriyê diyar kir ku rûberê projeya sînemayê ji hezar û 100 metreçarçik derbaz dibe û mesrefa wê 346 hezar û 326 dolar e.
Her wiha Deqûriyê amaje bi wê yekê jî kir ku qonaxa yekem a projeyê dê di şeş mehan temam bibe.
Şewata Sînemaya Amûdê
Di 13ê Mijdara 1960î de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, agir bi Sînemaya Amûdê ket û şewitî.
Di encamê de 283 zarokên Kurd ên wî bajarî û yên derdorê, di nav dojeha wî agirî de canê xwe ji dest dan û bi dehan zarok jî birîndar bûn.
Xwendekarên dibistanan wê rojê çûbûn ku li fîlmeke bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê” ya li ser Şoreşa Cezayirê temaşe bikin, wekî piştgiriyekê ji bo wê şoreşê.
Şewata Sînemaya Amûdê, wekî “Komkujiya Sînemaya Amûdê” jî tê binavkirin.
Baweriya di nav xelkê de ew e ku şewat ji aliyê desthilata wê demê ya Sûriyeyê ve bi qestî hat derxistin.
Heta niha jî bi awayê fermî ti alî yan kes ji ber wê bûyerê nehatiye darizandin an jî cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin