Rêveberiya Rojava dest bi dadgehkirina girtiyên DAISê dike

11 June 2023 12:57 0 dîtin
Rêveberiya Rojava dest bi dadgehkirina girtiyên DAISê dike

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku ew dê dest bi dadgehkirina girtiyên DAIŞê yên li girtîgehan bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye gotin ku bangewaziyên wan ên dadgehkirina girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên wan li dadgehên navdewletî encam nedane û wan biryar daye, girtiyên DAIŞê li dadgehên xwe dadgeh bikin.

Hatiye diyarkirin ku êdî ne mimkun e rewşa wiha berdewam bike, lewra dernexistina tawanbaran a pêşberî dadgehên navnetewî li dijî yasayan e ku dadgehnekirina wan gefên ewlekariyê li ser herêmê zêde dike.

Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku ew dê dest bi dadgehkirina çekdarên DAIŞê li pêşberî dadgehên adil bikin û li ser bingeha parastina mafên mexdûrên terorê banga xwe ya damezrandina dadgeheke navnetewî bo girtiyên DAIŞê jî dubare dikin.