Rêveberiya Rojava 900 DAISîyên ji Sûriyê dadgeh dike

06 October 2020 20:08 0 dîtin
Rêveberiya Rojava 900 DAISîyên ji Sûriyê dadgeh dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ‘Dadgeha Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ 900 DAIŞîyên ji Sûriyê dadgeh dike.

Endamê Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Elî ragihandiye ku wan heta niha terorîstên biyanî yên DAIŞê dadgeh nekirine, lê dadgehkirina çekdarên ji Sûriyê berdewam e û ranewestiyaye.

Herwiha di girtîgehên HSDê de 7 hezar çekdarên DAIŞê yên Iraqî û biyanî ji 55 dewletan hene, lê heta niha ew nehatina dadgehkirin.

Xalid Elî gotiye, sedema wê ew e ku ti aliyekî navneteweyî heta niha alîkarî nedaye Dadgeha Parastina Gel tevî ku Meclîsa Edaleta Civakî civîn bi gelek hêz û welatên Hevpeymaniya Navdewletî re li dar xistine.

Xalid Elî daye zanîn ku gelek astengî di tevahî aliyan de li pêşberî wan  hene hin ji wan nebûna dadger û dedaktîfan, rola dozgerî û girtîgehan û kêmbûna hejmara wergervanan e.

Endamê Meclîsa Edaleta Civakî daye xuyakirin ku piraniya çekdaran bê belge û nasnameyên şexsî ne, wan avakirina komîteyekê bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, ji destpêka rizgarkirina bajarokê Baxozê ve daxwaz kiriye, lê heta niha ti bersiv nehatiye.

Xalid Elî bibîr xist ku ji bo DAIŞîyan pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye.