Rêveberiya Rojava ji Iraq û Sûriyê daxwaza çalakkirina rêkeftina ava Çemê Firatê kir
PeyamaKurd - Meclîsa Cîbicîkar ser bi Rêveberiya Xweser li bajarê Tebqe ya li rojavayê Reqayê, daxwaz ji hikûmetên Sûriye û Iraqê kir ku rêkeftina bo ava Çemê Firatê ya bi Tirkiyê re çalak bikin.
Rêveberiya Xweser herwiha, ji ber kêmbûna avê hişyariya karesateke mirovî bo xelkê herêmê da.
Hevseroka Meclîsa Cîbicîkar ser bi Rêveberiya Xweser li bajarê Tebqe li rojavayê Reqayê Hind el-Elî, di daxuyaniya xwe de got ku girtina ava Çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve dikeve warê şer û divê Sûriye û Iraq daxwaza pişkên xwe yên avê ji Çemê Firatê bikin.
Hêjayî gotinê ye, sala 1987an rêkeftina pişkên ava Çemê Firatê di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatiye îmzekirin û li gorî wê rêkeftinê, pişka Sûriyê di her çirkeyekê de 500 metre kub bû, lê niha tenê 200 metre kub di çirkeyekê de ava Firatê derbasî Sûriyê dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin