Di 72 saliya koça Mîr Celadet Berdixan de, wî bi rêzdarî wî bibîr tînin

15 July 2023 21:55 0 dîtin
Di 72 saliya koça Mîr Celadet Berdixan de, wî bi rêzdarî wî bibîr tînin

PeyamaKurd – Lehengê doza Kurdistanê, berevan û serpereştê ziman û çanda Kurmancî ji îro 52 sal berê di wexteka ku hêj pêdiviya milletê Kurd pê hebû mixabin koça dawiyê kir û ker nav karwanê şehîdên Kurdistanê.

Mîr Celadet Bedirxan di sala 1893an de li Îstenbolê li nefiyê tê dinyayê. Li Îstenbolê perwerdeya xwe heya hûqûqê dixwîne lê mixabin di sala 1922an de li ser ku Nemrûd Kurd Mustafa Paşa (Mustafa Yamulki) fermana didardekirina Mustafa Kemal dide ku serokê dadgeha Dîwan-î Herbe li Îstenbolêye, li ser biryarê Musfata Kemal jî li Ankara biryara didardekirina Celadet Bedirxan, bavê wî Emîn Alî Bedirxan, birayê Celadet ê mezin Sureyya Bedirxan û birayê wî Kamûran Bedirxan dide.

Di sala 1922an de Emîn Alî Bedirxan, kurê wî yê mezin Sureyya Bedirxan diçin Qahîre û Celadet, Kamûran, Safder jî diçin Almanya. Li wê derê doktora xwe dike û di sala 1925an de li ser destpêkirina bizava 1925an diçe Şamê lê mixabin tevger diçe.

Di sala 1927an de rêxistina Xoybûnê bi hinek hevalên xwe re li Beyrûdê datîne. Tevgera Agiriyê organîze dike lê tevger bi giranî di payîza sala 1930an de diqede.

Piştî têkçûna şerê germ dest bi xebatên çandî dike û di 1932an de kovara Hawarê derdixe. Paşî weka pêveka wê Ronahiyê derdixe. Radyo ya Beyrûdê beşa Kurmancî birêve dibe lê paşî karê xwe dewrî kirîvê xwe Dr. Nûreddîn Zaza dike. Mîr Celadet Bedirxan bi 7 an 8 zimanan baş dizanibû û her weha endazyarê afirandina alfebeya latînî ya Kurdiye.

Di dema ku pêdiviya Kurd û Kurdistanê bi Celadet heye bi qezayekî dikeve bîra ku ji bo çandiniya avê vedane, û piştî 3 rojan li nexweşxanê wefat dike. Roj 15 ê Temmûza sala 1951 e. Cenazê wî li Şamê li cem bapîrê wî Mîr Bedirxan tê definkirin.

Ji Mîr Celadet Bedirxan Sînem û Cemşîd dimînin. Sînem Xan a keça wî niha dijî lê kurê wî Cemşîd wefat kiriye.