Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Gorbaçov di 92 saliya xwe de koça dawî kir

31 August 2022 12:00 0 dîtin
Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Gorbaçov di 92 saliya xwe de koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov, di 92 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Nexweşxaneya Klînîkî ya Navendî ya li Moskowê bi daxuyaniyekê diyar kir, Mîxaîl Gorbaçov şeva borî piştî nexweşiyeke giran û dirêj can da.

Desthilatdariya Gorbaçov bi perestroika û glasnost (reform û vekirîbûnê) ve girêdayî bû.

Mîxaîl Gorbaçov di 2yê Adara 1931an de li bajarê Privolno yê Rûsyayê ji dayik bûbû, li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Moskowê xwendiye (1955), di sala 1952an jî de tevlî Partiya Komûnîst bûye û di nava partiyê de di postên cuda de kar kiriye.

Mîxaîl Gorbaçov di 11ê Adara 1985an de wek Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê hat hilbijartin.

Di salên 1985-1988an de bi Serokê Amerîka Ronald Reagan re beşdarî zincîre hevdîtinan bû. Di sala 1987an de bi Amerîka re peymanek ji bo sînordarkirina çekên nukleerî îmze kir. Di sala 1989an de vekişîna hêzên Sovyetê ji Afganîstanê ragihand û sala 1990î ji ber alîkariya wî di dawîkirina Şerê Sar de, Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.

Mîxaîl Gorbaçov di 21 Berçileya 1991ê de Yekîtiya Sovyetê bi fermî hilweşand û Yekîtiya Dewletên Serbixwe damezrand.

Ji sala 1992yan û heta niha damezrîner û Serokê Saziya Gorbaçov a Navdewletî ya Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî bû.