Di avahiyê de li qata jorê sewat derket: 4 kes mirin

29 August 2022 23:03 0 dîtin
Di avahiyê de li qata jorê sewat derket: 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Almanya di avahiyekî de di qata herî jor de şewat derket û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Bûyer li eyaleta Thüringenê li bajarê Apolda qewimî. Li gor ragihandina polîsê Thüringenê; sedema derketina şewatê nehatiye zanîn û do di şewatê de 2 kes mirine û îro jî rastî 2 cesedên şewitandî di bin enqaza şewitandî de dîne.

Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de, kesekî ku di pencerê de xwe avêtiye û 53 saliye heye û heya niha di bûyerê de 21 kes birîndar bûne. Polîs ragihand ku bi gumana bizanîn şewat hatibe derxistin lêkolînê dikin.

Wezîrê karên hundir yê eyaleta Thüringenê Georg Meier ragihand ku bi sedema gumana qewimandina bi zanîn kesekî 35 salî xistine binçav an ew bi xwe teslîm bûye lê ji ber şewatê derûniya wî têkçûye.

Li gor çapemeniya Almanya; avahiya ku tê de şewat derketiye, ne ya bikaranînê ye û li dora 2 mîlyon Ewro xesar heye.