Di bombebarana Mexmûrê de kustî û birîndar hene...

15 April 2020 18:15 0 dîtin
Di bombebarana Mexmûrê de kustî û birîndar hene...

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro beyaniyê û piştî nîvro li nêzî Kampana Mexmûrê binkeyeke PKKê li devera Zînî Wertê bombebaran kir. Li gorî zanyariyên destpêkî kuştî û birîndar hene.

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, di êrîşê de 2 sivîlan can daye û kesekî din jî birîndar bûye, lê derbarê hurgiliyên êrîşê de hîn agahiyên zelal û piştrastkirî nehatine belavkirin.

Li gorî çavkaniyan du roj in tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên artêşa Tirkiyê li sînorê esmanê Mexmûrê berdewam e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî bombebaran piştrast kir û ragihand ku 4 gerîlayên PKKê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.