Êrîsê kampa Mexmûrê kirin: 1 kustî û 2 birîndar hene

10 September 2024 22:36 0 dîtin
Êrîsê kampa Mexmûrê kirin: 1 kustî û 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Êrîşê ser kampa Mexmûrê kirin lê nehat zanîn ji hewa an bejayiyê de êrîş hat kirin. Fermandarê hêzên Pêşmerge yê eniya Gwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî bo Rûdawê gotiye:

“Ber destê êvarê, di êrîşa ser kampa Mexmûrê de kesekî can da û 2 kes birîndar bûn. Di kampê de malekî kirine hedefa xwe û lê dane. Kes nizane bê gorîvan sîvîlin an na.”

Li gor çavkaniyekî din ku ji Rûdawê re gotiye, 3 jin birîndar bûne ku navên wan Gulê Özek, Edibe Paksoy û Ezime Kabul e. Her sê jinan birine nexweşxanê û rewşa yekî ji wan baş nîne.

Li Kampa Mexmûrê li dora 10 hezar Kurdên ku ji Bakûrê Kurdistanê çûbûn wê derê dijîn. Kamp, li rojhilatê Mexmûrê di qûntara çiyayê Qereçoxê de hatibû danîn.