Di bombebaranên Tirkiye de sivanekî Kurd can daye
PeyamaKurd - Balafirên Tirkiyê do şev Xinêraya bi ser bajarokê Sîdekan ve ye bombebaran kir. Rêvebirê bajarokê Sîdekan dibêje di bombebaranan de şivanekî Kurd can daye.
Li gor zanyarîyên ji Rêveberê Bajarokê Sîdekan ya tixûbê qezaya Soran Îhsan Çelebî, bombebaran di saet 11:00an de dest pê kiriye û di encamê de şivanekî navê wî Ebas Mexdîde, temenê wî 30 sal e û xelkê bajarokê Herîre can daye.
Dema bombebaranê, şivan pezê xwe diçêrand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin