Di bûyera Narîn Guranê de gesedana dawî: Kekê wê bi pas ve gav avêt!

25 October 2024 15:02 0 dîtin
Di bûyera Narîn Guranê de gesedana dawî: Kekê wê bi pas ve gav avêt!

PeyamaKurd – Parêzerê Baroya Diyarbekirê Aydin Ozdemîr, ji (Ajansa Amida News)ê re diyar kiriye ku birayê Narîn Guranê, Baran Guran ê wekaletname dabû Baroya Diyarbekirê betal kiriye.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dewam dike ku der barê 4 bersûcên girtî yên têkildarî qetilkirina Narîn Guranê ya 21ê tebaxa 2024an ku li gundê Çilûyê yê navçeya navendî Baxlara Diyarbekirê pêk hatibû û pişte hatibû windakirin û cenazeyê wê 8ê îlona 2024an li Çemê Sîratutmazê hatibû dîtin.

Di îdianameya bûyerê de hat destnîşankirin ku diya gumanbar Yuksel, birayê wê Enes û apê wê Salim Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar, dema ku Narîn hatiye xeniqandin li heman malê bûne.

Baroya Diyarbekirê weke ‘saziya gilîker’, ku ve cara yekem pêk tê di dîroka dadgehên tirk de, beşdarî dozê bibe ku yekemîn rûniştina wê jî 7ê mijdarê dê bê dîtin.

“Kekê wê Baran Guran gav bi paş ve avêt”

 Ji Komîsyona Şopandina Dosyaya Kuştina Narîn Guranê, parêzer Aydin Ozdemîr ji Amîda Newsê re axiviye û gotiye, “Beriya niha kekê Narînê, Baran Guran ji bo şopandina pêvajoyê parêzeriyê wekaletname dabû Baroya Diyarbekirê. Lê çend roj berê Baran Guran, bi nameyan bi me da zanîn ku wî wekaletnameya xwe betal kiriye ku sipartibû me. Berê jî malbatê bi giştî digot em bi sazîbûna Baroya Diyarbekirê bawer in û divê baro bi awayekî bêalî di dosyayê de cih bigire. Lê çend roj berê Baran Guran wekaletnameya xwe betal kir. Me li ser navê baroyê derbarê betalkirina wekaletnameya xwe de hê tu gav neavêtiye.”

Wî parêzerî her wiha diyar kiriye ku li Tirkiyeyê cara ewil baro weke sazî weke ‘gilîker’ beşdarî dosyayê dibe û gotiye, “Bi qasî ku me tespît kiriye, tu baro heya niha weke 'gilîker' di tu dosyayê de nehatiye qebûlkirin.”